Hevbendiya Nada fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê şermezar kir û bang li NY kir ku fermanê û qirkirina jinên li Şengalê nas bike.
Bi boneya salvegera 8’an a fermana 3’yê Tebaxê Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (Nada) daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Ji Efganistan heta Yemenê, ji Filistîn heta beyara rojava, ji Iraq heta Sûriyê, Yemen û Lîbyayê qirkirina jinan, nemaze yên pêşeng tên kirin.”
Hevbendiya Neda qirkirinên komî û komkujiyên li dijî jinên Êzidî şermezar kir û got: “Doza jinên Êzidî doza me ye û doza hemû jinên têkoşer e.
Em dibînin ku hemû jinên ku şerê DAIŞ’ê kirine li şûna me û li şûna tevahî cîhanê şer kirine.
Her şoreşek azadiya jinan beşek ji mîrateya me ya têkoşîna kevnar e ku teqez wê bi serkeftinê tacîdar bibe.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistin û tevgerên jinan kirin ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji pencên DAIŞ a terorîst, bi me re kar bikin destekê bidin şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”