Li Fermandariya Cendirmeyên a li Şirnexê teqîneke mezin rû da

Doh li Şirnexê, li Fermandariya Cendirmeyên Komando a artêşa Tirk teqîneke mezin pêk hat.
Artêşa Tirk îdîa kir ku teqîn ji ber qezaya li nava ambara cebilxanê pêk hatiye û got, tenê 2 leşkerên wan birîndar bûne.

Ev devera dûmanên mezin jê radibe, Navenda Fermandariya Cendermeniyên Komando a Artêşa Tirk e.

Xelkê Şirnevê vê deverê weke Cotkakarçîna binav dikin.

Doh li vê navendê teqîneke mezin pêk hat.

Waliyê dewleta Tirk li Şirnexê îdîa kir ku bûyer ji ber qezaya li nava ambara cebilxanê pêk hatiye.

Li gorî artêşa Tirk, di vê teqîna mezin de tenê 2 leşkerên wan birînsar bûne..

Wekî din heta vê gavê nayê zanîn bê bi rastî bûyer teqîn e an jî çalakiya gerîlla ye.

Heta vê gavê HPG’ê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedane.

Lê tişta doh li navenda Fermandariya Cendermeyên artêşa Tirk pêk hat, çend bûyerên din ên wiha dîsa xistin rojevê.

10’ê Mijdara 2018an, li dijî Baregeha Artêşa Tirk a Rûbarokê çalakiua Hêzên Parastina Ezmanî ya Şehîd Delal pêk hatibû.

Di vê çalakiyê de 7 leşker hatibûn kuştin, 25 jî birîndar bibûn.

Wê demê artêşa Tirk dîsa îdîa kiribû ambara cebilxanê bi qezayê teqiya ye.

Lê di demeke kurt te eşkere bû ku gerîlla li baregeha Rûbarokê dane.

20’ê Gulana 2021’an, li nava Fermandariya Sînor a Şirnexê jî teqîn pêk hat.

Ev jî eşkere bibû ku çalakî ji aliyê gerîllayên Hêzên Parastina Ezmanî ya Şehîd Delal hatiye lidarxistin.

Şirnexê..Li fermandarya tuqaya cendirmeyan 3 teqînên mezin çêbûn

Back to top button