Banga Sedr: Ti wateya diyalogê tine ye, çareserî hilbijartina pêşwext e

Lîderê Tevgera Şîi Muqteda Sedr ragihand ku di vê pêvajoya aloz de, ti wateya diyalogê tine ye.
Sadr xwest perlemento were jihevxistin û hilbijartina pêşwext pêk were.
Piştî banga Sedr, Nurî Malikî diyar kir ku wê guftûgoya cidî ji bo vegera destûrê û rêzgirtina li saziyan destpê bike.

Ji roja destpêkirina xwepêşandanên protestoyî, lîderê Şîi Muqteda Sedr doh cara pêşî axivî.

Di wextekî ku banga danûstandina navbera aliyan de tê kirin, Sedr helwesta tevgera xwe ya li hemberî rewşa aloz diyar kir.

Lîderê Şîi anî ziman ku êdî civak ji desthilata heyî bêzar bûye û ev peyam da:

Li Iraqê rewşa her ku diçe aloztir dibe.

Êdî ti wateya diyalogê nemaye.

Muqteda Sadr îşaret bi wê yekê kir ku êdî dem hatiye parlemento were jihevxistin û got:

Çareserî hilbijartina pêşwext e.

Weke kes ti daxwaza min a desthilatdariyê tine ye.

Ji bo serkeftina pêvajoyê beriya her tiştî pêwîstî bi tevgereke şoreşgerî a demokratîk û aştiyane heye.

Paşê bi jihevxistina parlementoyê, lazim e hilbijartineke demokratîk pêk were.

Sedr peyam da ku hêza wan a birêvebirina civakê heye û ji alîgirên xwe xwest ku navberê nedin xwepêşandanan.

Li ser banga serokwezîr Mistefa Kazimî ya diyalogê jî Sadr ev bersiv da:

Bila ti kes nebêje ku em ne alîgirê danûstandinê ne.

Me gelek caran hewl da diyalogê li gel wan pêş bixin, lê ji bilî xerabiyê ti encam jê derneket.

Malikî: Wê gûftûgo despê bikin

Piştî vê peyama Sedr, Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî li ser hesabê xwe yê twîttirê ev peyam da û wiha got:

“Guftûgoyên cidî wê bi hêviya dawî li nakokiyên bîne û karûbaran bêxe li ser rêya rast, vegera ji bo destûrê û rêzgirtina li saziyan destpê bikin.

Tişta ku niha li Iraqê rû dide ne pêşbaziya li ser desthilatê ye.

Pêşbaziya di nava kesan de jî nîne.

Belku pêşbaziya ji bo reformê ye.

Tevgera Sedr jî ne ji derveyî vê proseyê ye.”

Amirî: Ji bo hilbijartinê pêwistî bi diyalogek nîştîmanî heye

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand ew jî li gel daxwaza Sedr a ji bo hilbijartinê xwedî heman fikrî ye.

Amirî da zanîn ji bo lidarxistina hilbijartinek azad û zemînek guncaw, pêwîstî bi giftûgoyek berfireh û nîştimanî heye.

Back to top button