Çalakvana Brîtanî Margaret Owen Obe: Em tu carî navên wan ji bîr nakin

Çalakvana Brîtanî Margaret Owen Obe der barê şehadeta fermandar Jiyan Tolhilan û hevrêyên wê Barîn Botan û Roj Xabûr peyamek weşand. Di peyama xwe de dibêje:
”Em tu carî navê wan ji bîr nakin.
Wê kar û xebatên wan heta dawiyê mayînde bibin.”
Her wiha tekez kir ji ber sûcên wî Divê divê Serokê Tirkiyê di asta navneteweyî de were cezakirin.

Yek ji kesayetên ku bi şehadeta fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Barîn Botan û Roj Xabûr bi bandor bûye, çalakvana Brîtanî Margaret Owen Obe ye.

Der barê şehadeta wan de, çalakvana Brîtanî peyamek weşand û destpêka peyamê ev got:

Xwişkên delal ên YPJ û YAT’ê!

Hemû jinên cîhanê û mirovên navdar ji ber windabûna we ya mezin mat man.

Em vê komkujiya ku dewleta Tirk der heqê we de pêk anî, şermezar dikin.

Min li belgefîlma li ser jiyana Şehîd Jiyan, bi keyfxweşî temaşe kir.

Û li gotinên wê yên bi bandor di konferansa jinên Rojava de jî guhdar kir.

Tişta ku herî zêde bandor li me kir û êşand piştî van axaftinan bi demeke kurt şehîdbûna Jiyan û hevalên wê ye.

Em tu carî navê wan ji bîr nakin.

Wê ev axaftin, raman, xîtab, kar û xebatên wan heta dawiyê mayînde bibe.

Çalakvana Brîtanî di peyama xwe de behsa xebat û têkoşîna bi salan a hersê jinên pêşeng kir û ev got:

We di nava van 40 salan de û taybet jî 10 salên dawî, têkoşîn kir û li ber xwe da.

Em ji vir ji malbatên van lehengan re heskirineke mezin dişînin.

Tevgerên jin ên cîhanê li hemberî we bi hûrmet in.

Çalakvana Brîtanî Margaret: Me ji jinên Rojava gelek tecrube qezenc kirin

Çalakvana Brîtanî da zanîn wan ev name li ser 56 rêxistinên jinên Rojava belav kiriye û ji bo wan jî ev got:

Me ji we pir tecrûbe qezenc kirin.

Mînaka we ya civakek wekhev ne tenê ji bo Rojhilata Navîn e.

Ew ji bo hemû civakên ku jin tê de tê kuştin û di nava civak û malbat xwe de rastî tundiyê tên, pêkan e.

We rê ji bo wekheviyeke rast a di navbera her du zayendan de vekir.

We roleke mezin da jinê, we rêya demokrasî, edalet û aşîtiyê ronî kir.

Çalakvan Margaret behsa serdanên xwe yên berî niha bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û der barê wan de ev got:

Di çarçoveya du serdanên min ên kurt de, bîranînên min yên zîndî hene.

Ez pir dixwazin dîsa werim Rojava ji bo gelek tiştên din ji we fêr bibim û bi karibim heqîqetê belav bikim.

çalakvana Brîtanî Margaret: Divê serokê Tirkiyê ji ber sûcên xwe were darizandin

Dawiya peyama xwe çalakvana Brîtanî tekez kir divê Serokê Tirkiyê di asta navneteweyî de ji ber sûcên xwe were cezakirin.

Û piştrast kir ew ê ti carî piştgiriya xwe bo Rojava ranewestîne.

Back to top button