Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û herdu hevrêyên wî şermezar kir û got: Em soz didin ku wê xwîna hevrêyê me li erdê nemîne. Konseya Rêveber a PKK’ê jî êrîş şermezar kir û teqez kirk u ewê hesabê vê qetlîama nemerdane bixwazin.
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê derbarê êrîşa dijî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û herdu hevrêyên wî de ku dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên herêmî pêk anî, daxuyaniyek nivîskî weşand.
KCK’ê sersaxî ji tevahî gelê welatparêz re xwest û wiha got:
Em, hêzên ku ev êrîşa xayin û yên piştgirî dane wan bi hêrseke mezin şermezar dikin.
Di şexsê hevrê Helmet de êrîşa xayinî ya hatiye kirin li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ye.
Em soz didin ku wê xwîna hevrêyê me li erdê nemîne
GIŞTÎ YA KCK’Ê: WÊ PLANÊN DIJMIN YÊN QIRÊJ BI RENGÊ HELMET JI HOLÊ BÊN RAKIRIN
Konseyê diyar kir ku mêtingeriya Tirk wê nikaribe rêxistinbûyîna berxwedanê ya gelê Başûr ku li dijî xiyanet û mêtingeriyê mezin dibe asteng bike.
” Çawa ku hevrê Mam Zekî Şengalî niha pêşengiya manewî û xeta azadî, berxwedan, tifaq û yekîtiya gelê Şengalê dike, hevrê Helmet jî wê li dijî mêtingeriyê her tim sembola berxwedan, demokratîkbûn û yekîtiya neteweyî ya Kurd be.”
Divê dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtinger û hêzên herêmî yên ku destekê didin dewleta Tirk baş zanibin; şehadeta hevrêyê me Helmet wê bibe sedem ku lîstikên qirêj ên li dijî destketiyên gelê Kurd û planên li dijî Başûrê Kurdistanê bi rengê Helmet ji holê bên rakirin.
KCK’Ê: BILA GELÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:
” Ji bo xwedîderketina li bîranîna hevrê Helmet û hevrê Şahîn û Devran em bang li gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, dostan, jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku yekîtiyê xurt bikin û li dijî dagirkeriya mêtinger a Tirk berxwedanê geş bikin.”
PKK’Ê: HESRETÊN RÊHEVAL HELMET WÊ BI TEQEZ BIGIHÊJIN SERKETINÊ
Konseya Rêveber a PKK’ê jî êrîş weke komkujî bi nav kir û bi tûndî şermezar kir.
” Êrîşa faşîs-qirker a mijara gotinê ji aliyê DYE, Dewletên YE, Rûsya û hêzên gerdûnî ve hatiye destekirin û dîsa bi hevkariya hêzên hevkar-îxanetkar ve pêk hatiye. ”
PKK’ê teqez kir ku ew ê hesabê vê qetlîama nemerdane bixwaze û hesret û armancên hevrê Helmet ê pêşengê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li dijî terîd û faşîzmê bigihînin serketinê.
” Em bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê, Kurdistaniyên li çar parçeyan, gelê me yê li derveyî welat û hemû hêzên siyasî yên Kurdî û hemû hêzên demokratîk dikin li dijî êrîşên qirker-faşîst ên Tirkiyê derbikevin. “