Azerbêcan dîsa êrişî hêzên Ermenîstanê kir

Piştî nêzî 2 salan, doh careke din li herêma Qerebaxê di navbera Azerbêcan û Ermenîstanê de şer derket.
Artêşa Azerî îdîa kir ku wan li herêmê çend girên startejîk kontrol kirine.
Êrîvanê jî bang li hêzên cîhanî kir da ku pêşî li êrişa Azerbêcanê bigrin.

Artêşa Azerbêcan bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li herêma Qerebaxê tevgera binavê “Tolhildan” li dijî hêzên Ermenî destpêkirine.

Li gorî îdîaya artêşa Azerî, hêzên Ermenîstanê bi tevgerên ne rewa rabûne û ev yek bû sedema kuştina leşkerekî wan.

Azerbêcanê tevgera artêşa Ermenîstanê weke teror binav kir.

Ji aliyê xwe ve, Ermenîstanê jî ragihand ku Azerbêcan li dijî wan êrişeke nû ya dijminane destpêkir û got, heta niha 3 leşkerên wan hatin kuştin.

Rûsya: Azerbêcanê peymana agirbestê binpê kir

Rêveberiya Êrîvanê bang li civaka navdewletî kir da ku li pêşiya êrişkariya Azerbêcanê bibin asteng.

Li ser mijarê berpirsê siyaseta derve û ewlekariyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, Josep Borrell bang li aliyan kir da ku li gorî peymana agirbestê tevbigerin.

Rûsyayê jî Azerbêcan bi wê yekê tawanbar kir ku peymana agirbestê binpêkiriye û got,

Hêzên me yên li herêmê hewl didin aramiyê peyda bikin.

Back to top button