Welatiyên Ranya: Bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê sedema êrişan e

Welatiyên navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê bang li Kurdên Başûr kir ku li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Welatiyê bi navê Şoreş Xefur diyar kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe ên li dijî sivîlan hemû yasayên navneteweyî û mirovahiyê binpê dike.

Şoreş Xefur bang li hemû welatiyên Başûrê Kurdistan kir ku li hember êrişan helwesteke cidî nîşan bidin û li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Welatiyê bi navê Hisên Eleyî jî dibêje bêdengiya hikûmeta Başûr a li hember êrişan sedema zêdebûna êrişan e.

Hisên Eleyî anî ziman ku pêwîste gelê Kurd bi yek dengî û yekgirtî li hemberî êrişên dewleta Tirk derkevin.

Back to top button