Dewleta Tirk a dagirker piştî kû Efrîn dagir kir hemû saziyên wû vegûherandiye girtîgeheke mezin.
MÎT’a Tirk û çeteyên wê li Efînê di van girtîgehan de hemû cureyên îşkenceyê li welatiyên resen ên mayî dikin da ku wan bikujin an jî bidin koçberkirin.
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir jiyan li şêniyên herêmê xistine zîndan û li ser erdê jî bi dehan bargehên leşkerî, girtîgeh û êşkencexane avakirine.
Armaca avakirina van girtîgeh û cihên mêtîngeriyê ewe ku bi revandin û kuştinê Efrînê ji şêniyên wê yên resen bide valakirin û koçberkirin.
Cih û navên baregehên leşkerî ku dewleta Tirk li Efrînê avakirine wiha ne:
- Sazîyên Efrînê xistine baregehên leşkerî..
- Navenda berê ya TEV-DEM’ê
- Avahiya Berê ya Desteya Rêveberiya Heremê ya Nêzî Çerxerêya Kawa
- Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a berê ya li ser rêya Mehmûdiyê
- Navenda Saraya ya li naverasta Efrînê
- Avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Eşrefiyê
- Dibistana Benat a nêz Qada Azadî
- Nexweşxaneya Avrîn û avahiyên derdorê wê
- Sûka El-Hal
- Çerxerêya Marat ê
- Gundê Tirindê
- Avahiya Hacî Şêx Kêlo ya taxa Eşrefiyê
- Taxa Sînaa û Avahiya berê ya Trafîkê
- Mala welatiyê bi navê Kamîran Mihemed
Ji aliyekî din çeteyên dewleta dagirker navçeyên Efrînê yên weke Cindirês, Şiyê, Şêrawa, Şera, Mabata, Raco jî di nav xwe de parvekirine û bi cih bûne.,
Ev dewleta dagirker Efrîn veguherandiya bajarekî girtîgehan ji bo wê jî li Efrîn û navçeyê wê
16 Girtîgehên giştî û 3 girtîgehên jinan avakirine
- Li navenda bajarê Efrînê 9 girtîgehên giştî
- Girtîgeha Muwasalat
- Girtîgeha Dibistana El-Keramê
- Girtîgeha Tirindê
- Girtîgeha Ezhar Efrîn
- Girtîgeha Dibistana Emîr El-Xubarî
- Girtîgeha Kolana Vêlat
- Girtîgeha Eşrefiyê
- Girtîgeha Mehmûdiyê
- Girtîgeha Basûtê
- Girtîgeha gundê Şingêlê
- Li navenda Efrîn 3 girtîgehên jinan
- Girtîgeha Mehkemê
- Dibistana Itîhad El-Erebî
- Girtîgeha Berad
- Li navçeya Raco 3 girtîgeh
- Girtîgeha Mîdan Ekbez
- Girtîgeha Meheta
- Girtîgeha Kûran
- Li navçeya Şera 2 girtîgeh
- Girtîgeha Xirabê Şera
- Girtîgeha Kefir Cenê
- Li navçeya Şiyê 2 girtîgeh
- Girtîgeha Şiyê
- Girtîgeha Qermîtliq
Dewleta dagirker di van girtîgehan de hemû cûreyên êşkenceyên derûnî fîzîkî pêktîne û sûcê mirovahiyê dike..
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û çavkaniyên taybet, ev tenê beşekî agahiyên li ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dagirkirî ne.