Serokwezîrê Perû Torres îstifa kir

Alozî û xwepêşandanên li Peru dawî li desthilata serokwezîr anî.
Serokwezîrê Perûyê Anibal Torres îstifa kir û bû çaremîn serokwezîrê welêt ku di nava salekê de îstifa kirî.

Li Perûyê di nava salekê de 4 serokwezîran îstîfa kir.

Serokwezîrê Perûyê Anibal Torres di nameyeka ku pêşkêşî Serokê Perûyê Pedro Castillo kir de, diyar kir ku ew ji ber sedemên şexsî dixwazin dest ji posta serokwezîrtiyê berde.

Torresê ku di Sibata borî de wezîfeya serokwezîriyê girtibû ji ber baweriya bi wî hatî dayîn spasiya Castillo kir.

Torres ê weke 4. serokwezîr hatî diyarkirin, salek û hefteyekê li ser kar ma.

Piştî vê bûyera ku di nava tohmetên gendeliyê yên derbarê wî de û lêkolînên ku ji aliyê dozgeriyê ve hatine kirin de rû da, tê çaverêkirin ku Castillo bi erêkirina îstifayê bersivê bide daxwaza wî.

Piştî îstifaya Torres wê kesek nû bo serokwezîrê nû yê welat were diyarkirin.

Li gorî rapirsiyan, tê ragihandin ku ji aliyê dozgeriyê ve ji ber gendeliyê li dijî Castillo ku ji sedî 74′ ê gelê Perû piştgirî lê dike, 5 lêpirsînên cuda hene.

Di nava demên dawiyê de li welat xwepêşandanên berfireh pêk hatibû.

Back to top button