Danûstandinên peyamana nukleerî yên li Viyana careke din despê dike

Piştî navberekê danûstandinên bo peymana nukleerî ya Îranê ku li Viyana pêk tên wê careke din despê bike.
Danûstandin piştî vegera Amerîka li peymanê wê pêk bên.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve Nasir Kenanî ragihand ku şanda bi serokatiya Serokê Danûstandinan a Îranê Elî Bakirî wê di nava çend saetan de ji bo dewamkirina danûstandinan biçin Viyanayê.

Kenanî bal kişand ser wê yekê ku hevdîtin wê wek berê di bin kordînasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) de bên kirin û got,

“Fikrên hemû aliyan wê bên nirxandin.”

Kenanî diyar kir ku ew ji bo rêkeftineke bi îstîqrar a maf û berjewendiyên gelê Îranê garantî dike, amade ne û ew hêvîdar in ku dema aliyên din biryarên pêwîst werbigirin, danûstandin bi bandor bidomin.

Tê payîn ku danûstandin sibê li Viyanayê ji nû ve dest pê bikin.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell 20’ê Tîrmehê ragihandibû ku ji bo çareserkirina aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de pêşnûmenivîseke nû pêşkêşî aliyan kiriye.

Rêveberiyên Tehran û Washîngtonê jî ragihandin ku ew pêşniyarên çareseriyê yên nû yên ku ji aliyê YE ve hatine pêşkêşkirin, pêşwazî dikin.

Back to top button