Salvegera 2. a teqîna li bendera Libnanê

Li gel ku 2 sal di ser teqîna bendera mezin a Libnanê re derbas bû di lêpirsînê de tu pêşketinên berbiçav pêk nehatiye.
Ev yek jî bo sedema pevçûna navbera Xiristiyan û Şîî yan de.

Di teqîna mezin a ku 4’ê Tebaxa 2020’an li Bendera Beyrûtê pêk hat de, 215 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane 24 meh in li benda darizandina berpirsan û pêkanîna edaletê ne.

Dadgerên ji bo mijarê têne erkdarkirin jî ji aliyê komên Şîî ve têne astengkirin.

Ji ber vê yekê li ser mijarê pêşketinek berbiçav heta niha çênebûye.

Piştî Dadger Tariq Bîtar israra zêde ya ji bo vexwendina, alîgirên hizbullah û hevalbendên wê yên siyasî bo îfade dayînê, 14’ê Cotmeha 2021’an şer derket.

Bîtar teqez kir ku ewê dest ji dosyayê bernede û wê xebatên xwe dewam bike.

Neteweyên Yekbûyî jî doh bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta niha ti gav ne hatine avêtin û xwest lêpirsînek navnetewî pêk were.

Back to top button