Viyan Hebabî: Êdî çi bibe bila bibe divê Civaka Êzidî xwe bi xwe biparêze

Avabûna YJŞ’ê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê û tolhildana wan bû. Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî ji bo salvegera 8’an a fermana 2014’an nirxandin kir û got: “YJŞ’ê ji bo rakirina tola jina Êzidî hatiye ava kirin û wê heya dawî ji bo parastina jin û civaka Êzidî têbikoşe.”

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê Viyan Hebabî ji ajansa Nû JINHA re li ser Fermana 3’ê Tebaxê û avabûna Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ’ê nirxandin kir.

Viyan Hebabî diyar kir ku YJŞ’ê ji bo rakirina tola jina Êzidî hatiye damezrandin, wê heya dawî ji bo parastina jin û civaka Êzidî tekoşîn bike.

Fermandara YJŞ’ê da zanîn ku dîroka civaka Êzidî bi fermanan û berxwedan e tijî ye.

Viyan Hebabî: Hatina gêrîlayên HPG’ê û YJA-Star ji nû ve rih da Civaka Êzidî

Viyan Hebabî destnîşan kir hatina gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê bû sedem ku civaka Êzidî ji nû ve bêhn bistîne.

Viyan diyar kir ku Şervanên QSD’ê jî ji bo rizgar kirina jinên Êzîdî ji destê DAÎŞ’ê roleke gelek girîng lêyîstin û wiha domand:

Şehîd Jiyan pêşwazîya bi dehan jinên Êzîdî ku ji destê DAÎŞ’ê de rizgar bûn kir.

Şehîd Jiyan îradebûna jinê derxist holê û ji hemû kesan re da naskirin ku jin ne dara şikestîne û ne bê îrade ne.

Back to top button