Barîn Botan..Yek ji hezran şervanên jin e ku ji bo azadiya gelê xwe şehîd bû

Şehîd Barîn Botan li ser şopa şehîd Barîn Kobanê û Cuma Botan, meşiya. Şervana YAT’ê Barîn Botan di oxira azadî û heqîqetê de şehîd bû. Şehîd Barîn Botan her tim digot “Ez jiyana koletiyê qebûl nakim û divê hemû jin rewşa ku tê de dijîn qebûl nekin.”

Bi gotina ‘ Şehîd namirin’ gelê Kurdistanê xwedî li şehîdên xwe derdikevin û didin ser şopa wan.

Dîroka Kurdistanê bi berxwedana gel û şehîdên wê yên azadiyê hatiye xemilandi.

Îro jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi destanên lehengiyê yên şehîdên xwe, dewam dike.

Şehîd Barîn Botan jî yek ji hezaran şervanên jin e ku di berxwedana Şoreşa Rojava, ji bo serkeftin û azadiya gelê xwe şehîd bû.

Ruha Beşar (Barîn Botan) di sala 2003’an de li navçeya Ehrez kantona Şehbayê ji dayik bûye.

Barîn Botan di nav malbateke welatparêz de mezin dibe.

Barîn bi şervana YPJ’ê Barîn Kobanê bi bandor dibe û tevlî nava refên YPJ’ê dibe.

Bavê şehîd Barîn, Merwan Beaar: Barîn navê xwe ji şehîd Barîn girt û paşnavê apê xwe rakir

Bavê şehîd Barîn Botan, Merwan Beşar behsa jiyana keça xwe kir û got:

Barîn navê xwe ji şehîdekê girt û paşnavê apê xwe jî rakir.di fêrbûna zimanê dayikê de yek ji kesên herî serkeftî bû.

Dotmama şehîd Barîn, Ula Elîme: Barîn pir dixwest ked û têkoşînê ji bo welat bide

Keça apê şehîd Barîn Botan, Ula Elîme jî da zanîn ku Barîn hez dikir ku jiyaneke azad bijî û wê pir dixwest ku ji bo welatê xwe tiştekî bike û mohra wê di şoreşê de hebe.

Hevala şehîd Barîn, Ronahî Amanos: Têkoşîna Barîn ji bo mirovahî û azadiyê bû

Hevala şehîd Barîn, Ronahî Amanos diyar kir ku têkoşîna arîn ji bo mirovahî û azadiyê bû.

23’yê Tîrmehê Barîn Botan, Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser riya Qamişlo şehîd bûn.

Back to top button