Çalakiyên ku li herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk hatine destpêkirin dewam dikin. Îro jî li gelek deveran li dijî êrişan peyama berxwedanê hate dayîn û banga yekîtiyê li gelên herêmê hate kirin.
Komîteya Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî li Eyn Îsayê li dijî êrişan daxuyanî da.
Komîteyê bal kişand ser êrişên li dijî sivîl û pêşengên civakê û êrişa 28’ê meha borî ya li Eyn Îsayê ku di encamê de sê jinên endamên Asayîşê bibîrxist û got,
Dewleta Tirk van êrişan dixwaze vîna jinan bişkîne û destketiyên me têk bibe.”
Komîteyê bang li civaka navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û rê li ber êrişan bigrin.
Meclisa Malbatên Şehîda ya Dêra Zorê: Bila qada ezmanî li hember êrişên dewleta Tirk bên girtin
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Hecîn a Dêra Zorê jî bi heman armancê daxuyanî da.
Meclisê diyar kir ku bi awayekî hovane dewleta Tirk êrişan dike û sivîlan dike armanc.
Meclisê da zanîn ku armanc ji van êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û guhertina demografiya wê ye.
Meclisê bang li NY, saziyê mirovî û hiqûqî kir ku sînorekê ji êrişan re deynin û qada ezmanî li hember êrişên Tirkiyê bigrin.