Li Amûdê şehîd Delîl Welat bi merasîmek xiyabî hate bibîranîn

Li Amûdê ji bo gerîlayê HPG’ê Delîl Welat ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li çiyayê Kurdistanê şehîd bû, merasîmeke xiyabî hate li dar xistin.

Gerîlayê HPG’ê Hesen Bozo (Delîl Welat) 19’ê Îlona 2019 di encama êrişên balafirên ezmanî yên dewleta Tirk de li herêmên parastinê yên medyayê, şehîd bû.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê HPG’ê Delîl Welat li pêş mala wî ya li navçeyê li dar xist.

Bi sedan welatî, nûnerên partiyên siyasî, û endamên saziyan beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ziyor Mihemed axivî û got:

“Îro mîna şehîd Delîl Welat bi dehzaran şervanên me têkoşînê bilind dikin da ku azad bijîn.”

Her wiha, Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Ehmed jî axivî û bang li gel kir ku tekoşîna xwe bilind bikin û li hemberî dagirkeran bisekirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button