HPG’ê: Li Zap, Avaşîn û Metîna 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li başûrê Kurdistanê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin. HPG’ê ragihand li Zap, Avaşîn û Metîna 3 jê payebilind, 4 jê kontra 22 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî û 2 çeper hatin rûxandin û derb li helîkopterekê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeran bê navber dewam dike û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, 1’ê Tebaxê tîmên gerok yên YJA Starê li karwanekî artêşa Tirk a dagirker xistin ku ji navçeya Şemzînanê ber bi Rûbarokê ya bi ser Colemêrgê ve diçû.

Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya kirpî hat rûxandin, 3 dagirkerên payebilind û 4 kontra hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 3’ê Tebaxê li Girê Cûdî ji du aliyan ve li hêzên dagirker hate xistin.

Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin û 2 çeper hatin rûxandin.

Heman rojê li Girê Amediyê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin ber bi tûnelên şer ve werin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li vê derê tevî gelek alavên dagirkeran, kumê leşkerê bi navê Heyder Çelîk jî hatin desteserkirin.

Li Girê FM jî derb li helîkoperekê hate xistin ku dixwest qadê bombebaran bike. Helîkoptera ku agir pê ket ber herêma sînor ve çû. Paşê ew herêma ku helîkopter ber bi wê ve çû teqîneke mezin pêk hat û ew qad ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê, 1’ê Tebaxê li wesayîteke zirxî ya Reo hate xistin ku di navbera Qadên Mamreşo û Girê Şehîd Arnos de di nava tevgerê de bû.

Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin, 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Li Qada Werxelê jî sîstemeke kamera ya mobesse ku dagirkeran hewl didan li qadê bi cih bikin hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 2’ê Tebaxê li Qada Çemço di navber hêzên me û dagirkeran de şer derket.

Di encama derbên giran de ku li dagirkeran hate xistin 2 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

3’ê Tebaxê jî li Qada Şikefta Birîndaran hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 3’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker 9 caran bi çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer, 42 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button