Hêzên hikûmetê li Idlibê erebeyek artêşa Tirk bombebaran kir

Hêzên hikûmeta Şam cihên çeteyan yên li Helebê topbaran kir û li Idlibê erebeyek artêşa Tirk hedef girtin. Çeteyên DAIŞ’ê jî li çolistana Sûriyê êrişî cihên hêzên hikûmeta Şamê kirin û di encamê de 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran êrişî derdora gundê Mikibîs ya li rojavayê Helebê kir.

Her wiha Hêzên Rêjîmê otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser xala Efes a rojhilatê Idlibê hedef girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî êrişî cihên hêzên hikûmeta Şamê kirin

Her wiha çavdêriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî cihekî hêzên hikûmeta Şamê ya li El-Mehr a nêzîkî Cehar ya li çolistan Sûriyê kirin.

Hate ragihandin ku di encamê de 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Şevê din jî li çolistana Himusê karwanek leşkerî ya hikûmeta Şamê rastî êrişeke çekdarî hatibû.

Back to top button