
Doh êvarê leşkerên dewleta Tirk li ser sînorê Kobanê ciwanek bi guleyan kuşt.
Leşkerên dagirkeriya Tirk li nêzî sînorê gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê gule li ciwanekî reşandin.
Leşkeran bi erebeyeke zirxlî ya kirpî gule li ciwanê bi navê Îbrahîm Osman Mistefa (27) reşand.
Îbrahîm Osman Mistefa ku li ber pezê xwe bû, di encama gulebaranê de birîndar bû.
Kesê navborî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê û li wir piştî nîv saetekê jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Asayîşê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da ev tişt anî ziman:
”Binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ji ber bêdengiya dewletên garantor li herêmê, nasekinin.”