
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.
Asayîşê eşkere kir ku endamê wan Husên Ewad El-Ferec dema erka xwe bi cih dianî, li Tebqayê şehîd bû.
Her wiha di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye.
- Navê şehîd: Husên El-Ferec
- Navê Bav: Ewad
- Navê Dayikê: Werde
- Cih û dîroka tevlîbûnê: Tebqa 20/5/2017
- Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 3/8/2022.