Artêşa Tirk gundên Şera û Şehbayê topbaran kir

Rojane Tirkiyê êrişî herêmê dike, bi taybet gundên Şera û Şehbayê.
Doh dîsa gundên her du deverên navborî hatin topbarankirin.

Doh artêşa Tirk gundên Meranaz û Alqamiyê yên navçeya Şera a Efrînê topbaran kir.

Heman artêşê gundê Medûnê yê kantona Şehbayê jî da ber topan.

Ev êriş rojane hene. Yên ku dibin qurban jî her sivîl in.

Tevî ku li pêş çavê cîhanê bi giştî pêk tê jî lê dîsa her kesî xwe li bêdengiyê daniye.

Back to top button