Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di salvegera 9. a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat bîranîn.
Merasîma bibîranîn ji aliyê Saziya Çap û Weşanê û Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê ve hat organîzekirin.
Di merasîmê de hin helbestên Şêrko Bêkes hatin xwendin û piştre pêşangeheke taybet a berhemên wî jî hat vekirin.
Rêveberê Giştî yê Rewşewnbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb di merasîmê de axivî û anî ziman Şêrko Bêkes hemû helbestên xwe li ser jiyana gelê xwe nivîsîne.
Piştî axaftinan Koma Muzikê ya Şem bermehêm xwe pêşkêş kir û merasîm bi pêşkêşkirina berhemên hunerî bi dawî bû.
Şêrko Bêkes 4’ê Tebaxa 2013’an ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke Stockholmê ya Swêdê koça dawî kir.