Nehro Alayî: Li hember êrişan divê aliyên siyasî bibin yek

Endamê Polîtbûroya Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê Nehro Alayî li hember êrişên Tirkiyê banga yekîtiyê li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir.

Nehro Alayî êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê bi kareset bi nav kir û anî ziman “Ji ber aloziyên heyî Iraqê nekariye xak û serweriya xwe biparêze.”

Her wiha da zanîn ku Hikûmeta Başûr jî helwesteke pêwîst nîşan nade û ev got:

“Divê baş bê zanîn Tirkiye bi zanebûn sivîl û geştiyaran dike armanc

Ew dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Nehro Alayî bang li aliyên siyasî yên Başûr kir ku li hember van êrişan nakokiiyên xwe bidin aliyekî û yekdeng bin.

Back to top button