MUSTEFA KARASÛ: DIYAR XERÎB DI NAVA TEVGER Û TÊKOŞÎNÊ DE XWEDÎ CIHEKÎ GINÎNG BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasû, têkildarî şehadeta Diyar Xerîb destnîşan kir ku, wê sîxur teqez werin cezakirin.

Karsû bal kişand ser helwesta hin aliyên Başûr û got.

Pejirandina êrîş û komkujiyan, şermeke mezin e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasû bû mêvanê bernameya “‘Ulkeden’ a Medya Haber TV” û têkildarî şehadeta Diyar Xerîb nirxandin kir..

Mustefa Karasû diyar kir ku, Şehîd Xerîb, di nava tevger û têkoşîna partiyê de xwedî cihekî girîng bû.

Êşên bi dehan sal, têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê baş zanîbû, bi biryardarî têdikoşiya.

MUSTEFA KARSRÛ: JI BILÎ TEVGER AZADIYÊ TI KES NIKARE DESTKETIYÊN BAŞÛR BIPARÊZE

Têkildarî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û hin daxuyaniyên rayedarên başûrê Kurdistanê jî Karasû hinkî dîrok bi paşde vegerand..

Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd tine be ti kes nikare destketiyên li Başûrê Kurdistanê biparêze.

Ji lewre şerê li dijî tevgerê, li dijî tevahî Kurdan e..

Dewleta Tirk hewl dide Başûr dagir bike û wîlayetên Mûsil-Kerkûkê tevlî Tirkiy bikin.

MUSTEFA KARSRÛ: PEJIRANDINA KOMKUJIYAN LI KURDEYATIYÊ NAYÊ

Hêzên başûrî jî di vê mijarê de xwe kor dikin.

Nêçirvan Barzanî Spasiya dewleta Tirk li ser alîkariya wê kir..

Lê dema DAÎŞ’ê êrîş kir helwesta dewleta Tirk çawa bû?

Ma ne Mesûd Barzanî bû got, dewleta Tirk destek neda me?

Piştre çû Mexmûrê, li gel gerîla rûnişt û spasiya wan kir..

Gelo gotinên Nêçirvan li kîjan rastiyê tê?

Gelo dewleta Tirk yan Tevgera Azadiyê di dema herî krîtîk de Hewlêr parast?

MUSTEFA KARSRÛ: MIJAR NE PDK Û PKK’Ê YE, MIJAR DIJMINATIYA KURDN E

Karasû diyar kir ku Sedam her tim PDK’ê sedema êrîşan nîşan dida, û Dewleta Tirk jî PKK’ê nîşan dide..

Mijar, dijminatiya Kurdan e..

Lewma şerm e, li dijî komkujiyan li şûna ku helwestê nîşan bidin, têkoşeran dikin sedem..

MUSTEFA KARSRÛ: GERÎLA BAŞÛR JI DAIŞ’Ê PARAST

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser berxwedana gerîlayan ji bo parstina Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman:

Kerkûk vala dibû, Silêmaniye bi tirs û fikar bû.

YNK’ê daxwaz kir.

Gerîla çi kir? Bi bayê bezê çû Kerkûkê.

Di nava rastiyeke wiha de, pejirandina êrîşên dewleta Tirk, gelo li Kurdîtiyê tê?

MUSTEFA KARSRÛ: JI BER KURD NE YEK IN, ÊRÎŞ ÇÊDIBIN

Mustefa Karasû destnîşan kir ku, eger Kurd bibin yek, helwesteke hevpar nîşan bidin wê dewleta Tirk nikaribe li Başûrê Kurdistanê tiştekî bike…

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku li daxwaza Diyar Xerîb ya dixwest gel li dijî dagikeriyê rabe ser piyan û daxwaza yekîtiya newtewî xwedî derbikeve.

MUSTEFA KARSRÛ: BILA TI KES NEBÊJE ÇIMA, TEQEZ WÊ SÎXUR WERIN CEZAKIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasû di dawiyê de ev hişayarî da sîxuran..

Sîxurî dijminatiya li Kurdan e, sûcekî giran e.

Yên ku ev sûc kirine wê teqez bên cezakirin.

Bila piştre kes nebêje çima bi vî rengî bû, van sûcên şer kirine.

Xiyanet e..

Ti hêza siyasî jî divê hevkarî û sîxuriya bi vî rengî rewa neke.

Leave a Reply

Back to top button