Senherîb Bersûm: Xeteriya DAIŞ û sîxurên MIT’a Tirk heman e

Operasyona Sondê ya Ku QSD’ê li dijî sîxurên MIT’a Tirk daye destpêkirin hêrseke mezin di nava civakê de daye avakirin.
Partiya Yekitiya Suryan û Partiya Kesk a Demokratîk dibêjin ev operasyon giring e û divê operasyonên bi vî rengî her dewam bin.
Herdu partiyan bang li gel kirin ku di vî alî de bi hêzên leşkerî re alîkar bin.

Hêzên Sûriya Demokratîk 31’ê Tîrmehê Operasyona Sondê li dijî sîxûr û ajanên dewleta Tirk da destpêkirin.

Ev operasyon di nava gel de ku ji ber sûcên van sîxuran êş dîtin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm têkildrî vê oprasyonê û giringiya wê nirxandin kirin.

Operasyona Sondê ya ku QSD’ê daye destpêkirin girîng e.

Ev operasyon wê herêmê ji ajanên ku bûn sedema şehadeta gelek kesan, paqij bike.

Ev operasyon ne kêmî operasyonên ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ye.

Ji ber ku ew jî mîna DAIŞ’ê li ser aramiyaherêmê xeter in.

Senherîb Bersûm bang li xelkê herêmê kir ku bi QSD’ê re bibin alîkar.

Divê xelkê herêmê bi QSD’ê re alîkar bin.

Ev yek erka her kesî ye.

Ji ber zirara ku ev ajan didin dighêje her kesî li herêmê.

Eger em hemû bi hev re alîkar bin, wê operasyon bi ser bikeve.

Luqman Ehmê: Parastina herêmê erka gel e jî

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî der barê operasyonê de nirxandin kir û anî ziman parastina herêmê ji kirinên sîxuran ne tenê ya hêzên leşkerî, erka gel e jî.

Luqman Ehmê dibêje ji bo rê li ber sûcên bi vî rengî bê girtin divê ew sîxur werin kuştin.

Dawiyê Luqman Ehmê teqez kir ku divê operasyonên bi vî rengî her dewam bikin.

Fermandariya Giştî ya QSD: Me operasyona “Sondê” li dijî sîxurên MIT’ê daye destpêkirin

Back to top button