Artêşa Tirk gundên Minbicê û derdora Til Rifet topbaran kirin

Vê sibehê artêşa dewleta Tirk gundekî Minbicê û derdora navçey Til Rifet topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand Artêşa Tirk îro gundê Ereb Hesen topbran kir.

Di vê navberê de derdora navçeya Til Rifetê jî di heman demê de hat topbarankirin.

Doh jî êriş li ser gundên Şera û Şehbayê hebûn.

Ev êriş rojane li ser herêmê pêk tên û qurban jî her sivîl in.

Tevî ku ev êriş li pêş çavê dewletên cîhanê pêk tê, lê ji ber ku ya êrişkar û sûcdar dewleta Tirk e, her kes bêdeng e.

Back to top button