LI GIRTÎGEHEKE ÊLIHÊ PIRTÛKÊN KURDÎ QEDEXE KIRIN Û PORQUSANDIN FERZ KIRIN

Zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê li wan ferz dikin ku porê wan biqûsînin, û pirtûkên kurdî û hin rojnameyan nadin wan.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimînin, bi navbeynkariya parêzeran ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Êlihê re şandin.

Girtiyan di nameya şandin de ev agahî dan:

“Gelek caran me rojname ji rayedarên girtîgehê xwestin, lê ligel hemû daxwazên me jî, bêyî ku tu hincetê nîşan bidin nedan me.

Hîna jî vê helwesta xwe dewam dikin.

Li gorî peymana navneteweyî ya Komara Tirkiyeyê qebûl kiriye, hemû kes dikare bi zimanê xwe bi axive, bixwîne, binivîse û perwerdeya wê bibîne.

Ev weke maf tê nas kirin.

Lê rayedarên vê girtîgehê, bi awayekê keyfî tevdigerin û mafê me yê ziman binpê dikin.

Bi hinceta kurdî zimanekê nayê zanîn û nayê fêm kirin, pirtûkên kurdî yên li ser navê me tên girtîgehê deste ser dikin û vî mafê me yê bingehîn xesp dikin.”

Leave a Reply

Back to top button