Herêm Axa: Iraq û hikûmeta Başûr vegera Êzdiyan asteng dikin

Serokê Fraksiyona YNK’ê Herêm Kemal Axa dibêje hikûmetên Iraq û Başûr li hember vegera Êzdiyan a li ser warê wan dibin asteng.

Herêm Kemal Axa, derbarê komkujiya ser bi Êzidiyan, astengiya li ber vegera Êzidiyan û dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews re axivî.

Herêm Kemal komkujiya li dijî civaka Êzdî şermezar kir, diyar kir ku ji bo vegera wan divê karek cidî were kirin û ev tişt anî ziman:

“Beşek ji Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê li ber vegera Êzidiyan astenge, sedema vê jî ew e ku dixwazin berjewendiyên xwe biparêz in.”

Derbarê helwesta YNK’ê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jî Herêm Kemal Axa da zanîn ku li dijî van êrişan in.

Herêm dibêje ev êriş li dijî yasayên navneteweyî ne û divê ji bo rawestandina êrişan karek cidî were kirin.

Back to top button