Nûnera NY ya li Iraqê Jeanine Plasschaert gihîşt Necefê û wê bi Sedr re bicive

Aloziya Iraqê û çalakiya alîgirên Muqteda Sedir li parlamentoya Iraqê didome.
Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Plasschaert vê sibê ji bo bi rêberê Tevgera Sedir re bicive, gihişte Necefê.
Li aliyekî din Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî bê ku li benda hilbijartina serokwezîrê nû yê Iraqê bimîne amadekariya hilbijartina pêşwext dike.

Aloziya Iraqê berdewam e tevî 10 meh bi ser hilbijartinan re derbas bûye, lê heya niha ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikumetek nû ava bûye.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Jeanine Plasschaert vê sibê ji bo bi rêberê Tevgera Sedir re bicive, gihişte Necefê.

Tê payîn di saetên pêş de Jeanine Plasschaert bi Muqteda Sedir re bicive.

Balkêşe ku piştî Muqteda Sedir banga hilbijartina pêşwext û hilweşandina parlamentoya Iraqê kir, Jeanine serdana Necefê kir.

Çalakiya alîgirên Sedr li parlamentoya Iraqê didome

Ji aliyeke din çalakiya alîgirên Sadir li parlamentoya Iraqê didome.

Duh wezîrê Sedir xwest alîgirên wan roja Înê li ber derê parlamentoya Iraqê kom bibin û nimêja xwe ya Înê liwir bikin.

Piştî bangê bi sedan alîgirên Sedir li ber derê parlamentoyê kombûn û nimêja Înê kirin.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê Bexdayê hatine standin, her ku diçe girseya alîgirên Sedir li ber derê parlamentoyê zêde dibe.

Sedir daxwaza hilweşandina parlamentoya Iraqê û hilbijartinên pêşwext dike.

Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan amadekariya hilbijartina nû dike

Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî piştî banga sedir a hilweşandina parlamentoyê û hilbijartina pêşwext, ketine nav liv û tevgerê.

Çarçoveya Hemahengî doh civiya û îro bi daxuyaniyeke derbarê banga Sedir helwesta xwe ji raya giştî re parvekirin.

Çarçoveya Hemahengî eşkere kir ku ewê namzetê xwe Mihemed Şiya Sudanî yê ji bo serokwezîrtiya Iraqê neguhere û divê serokwezîrê nû ji bo hilbijartinên pêşwext, dest bi amadekariyan bike.

Back to top button