Kamerûn…200 kes ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dan

200 kesî

Li parzemîna Afrîka nexweşiya kolera belav dibe.
Li Kamerûnê, ji Cotmeha 2021’ê ve ji ber şewba kolerayê 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di şewba nû ya kolerayê de ku dawiya Cotmehê destpê kir, 10 hezar û 322 kes pê ketin û 200 ji wan mirin.

Wezîr Manaoûda Malachîe got, şewbê bandor ji dehan li pêncê herêmên welêt kiriye.

Malachîe li ser Twîtterê daxuyanî da û got,

“Baldar biin!

Em li gorî tedbîrên hîjyenê tevbigerin.”

Şewba beriya niha ya kolerayê di navbera mehên Çile û Tebaxê yên 2020’î de rû da bû û di encamê de 66 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her sal ji 1.3 milyon heta 4 milyon mirovî bi şewba kolerayê dikevin.

Ji 21 hezar heta 143 hezar kesî jiyana xwe ji dest didin.

Back to top button