Ji ber germahiya di meha Tîrmehê de bi hezaran kes li Ewropa mirin

Guherîna avhewa û germaniya li Ewropa jiyan zehmet kiriye.
Germahiya ku gihiştî 45 pileyî bûye sedema mirina bi hezaran kesî.

Li aliyekê şewat.

Li aliyê din jî baranên mûsonê.

Li seranserê cîhanê, guherîna avhewayê ji her demê bêtir xwe dide nîşandan.

Li gor nûçeya malpera Politico Europe ku hat weşandin, li seranserê parzemîna Ewropayê germahiya hewayê meha borî gelekî zêde bû:

Di nîvê meha Tîrmehê û bi taybetî 18-20’ê Tîrmehê de derket lûtkeyê.

Li Îngilîstan û Almanyayê di meha Tîrmehê de germahiya hewayê 40 pile bû.

Di heman serdemê de li tevahiya Ewropayê hişkayî, şewata daristanan û qirêjiya hewayê zêde bû.

Ligel daneyên li piraniya welatên Ewropayê nîşan dide ku di nîvê Tîrmehê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bûye.

Pispor dibêjin ku ev ji ber germahiyê ye.

Li gorî tespîtên despêkê di hefteya navborî de ji bilî yên ku ji ber Covid-19’ê derketine, li Almanyayê ji 5 salên dawî 3 hezar zêdetir mirin hatin qeydkirin.

Li Îngilîstanê di heman serdemê de 1180 kes mirin.

Li Spanya û Portugalê termometre 45 pile nîşan dan, bi vê yekê re, mirina di nîvê Tîrmehê de li gorî salên berê derket asta herî bilind.

Li Spanyayê di nîvê Tîrmehê de, 2 hezar û 700 mirin hatin tomarkirin.

Ev yek jî di nava 5 salên dawîn de daneyên herî kêm bûn ku hatin tomarkirin.

Li Hollanda ya ku bi germahiyek zêde re rûbirû ye li gorî salên derbasbûyî 559 mirinên bêtir hatine tomarkirin.

Hat destnîşankirin ku germahiya zêde û tîbûn ji bo kesên bi nexweşiyên nefesê, nexweşên dil û her wiha kesên bi nexweşiyên wek Alzheimer re rîsk in.

Li aliyê din pispor îşaret bi wê yekê dikin ku pêla germa zêde encama guherîna avhewayê ye.

Back to top button