Zelensky Rêxistina Efû ya Navnetewî sûcdar kir

Di demekî ku welatên rojavayî, Rûsya bi pêkanîna sûcên şer yên li Ukrayna tewambar dike de, ji Rêxistina Efû ya Navnetewî îdiayên balkêş derketin.
Rêxistinê ji ber binpêkirinên mafê mirovan rexne li artêşa Ukrayna kir.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî li dijî vê yekê bertekên tund nîşan da û got:
Hûn berpirsiyariyê ji êrîşkar digrin û li ser pişta mexduran dideynin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) di rapora xwe ya dawî ku parve kirî de, ji ber binpêkirinên artêşa Ukrayna rexne lê kiribû.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bertek tund nîşanî sûcdariya rêxistinê da.

Di peyama xwe ya vîdyoyî ya rojane de, Zelensky diyar kir ku Rêxistina Efûyê ya Navnetewî “bi daxuyaniyên xwe ve berpirsyariya êrîşkar (Rûsya) xistiye ser pişta qurbaniyan”.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî artêşa Ukraynayê sûcdar kir ku leşker û sivîlan li heman avahiyan bi cih dike û gel dixe nava xeteriyeke mezin.

Serokê Ukraynayê Zelensky li ser vê îdiayê jî got,

“Kî peywendiyên bi vî rengî çêdike, divê li xwe mikur were ku alîkariya terorîstan kiriye.”

Zelenky her wiha îdia kir ku sûcên Rêxistina Efûyê ya li dijî Ukraynayê tenê destê Rûsya xurt dike.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî roja Pêncşemê di raporta xwe ya derbarê şerê Ukraynayê de ragihand, ji ber ku Artêşa Ukraynayê gelek caran ji niştecih, dibistan û nexweşxaneyan bi kar tîne, Rûsya van cihan dike armanc.

Ev yek jî tê wateya binpêkirina qanûnên dewletê.

Rêxistin teqez dike ku “Hewldana Ukrayna ji bo rewakirina binpêkirinan bi tu awayî têra ravekirina armanckirina sivîlên ku mafê wan ê hilbijartinê li pêşberî bûyeran nîne.”

Piştî rapora Rêxistina Efûyê ya di encama lêkolînên ku bi mehan e hatî amadekirin de, Rûsyayê duh bi daxuyaniyekê êrîşên li ser nexweşxane û dibistanên ku leşkerên Ukraynayê xwe lê vedişêrin weke ku ev yek mînakek be nîşan da.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Resnîkov li ser Facebookê got;

Di demekê ku welatiyên me bi jenosîdekê re rûbirû ne, vekirina nîqaşên li ser avahiyan ji hev ketî ye.

Back to top button