Li Efrîkaya…80 kesî dest avêt 8 jinan, hêzên ewlekariyê karker sûdar kirin

Li Efrîkaya Başûr 80 kes ji ber destavêtina li 8 jinan hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê koçberên karker sûcdar dikin.
Li dijî koçberan xwepêşandanên tund hatin kirin.

Li bajarê Krugersdorp ê Efrîkaya Başûr de piştî ku çeteyekê dest avêt 8 jinan, lêpirsîn hate destpêkirin û 80 kes hatin girtin.

Destavêtina koma çete ya li 8 jinan, li welêt bû sedema nerazîbûnê.

Serokê Efrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa got,

“Cihê tecawizkaran di civaka me de nîne.

Lê belê ji bo ku sûcdar bên girtin û darizandin, divê civak sûcdaran di nava xwe de nehewîne û neparêze” û nerazîbûn nîşan da.

Li gorî rayedarên hêzên ewlekariyê, berpirsyarê bûyera destavêtinê, karkerên koçber in.

Ji ber vê yekê jî li gelek deveran xwepêşandanan destpê kirin.

Kesên tevlî van xwepêşandanan bûn bi daran li koçberan xistin û kampên wan dan ber agir.

Hinek xwepêşander ji bo cezakirina koçberan li wan xistin û ew tazî kirin.

Her wiha xwepêşandêrên ku li kolanan bend danîn, bi şewitandina lastîkan nerazîbûn nîşan dan.

Back to top button