Îro Ayşe Hecî Sêvdîn a salên dirêj ji bo tevgera azadiya Kurdistanê têkoşîn kirî, ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe.
Dayê Ayşê ji gundê Til Xenzîr ê Dêrikê ye.
Ji salên destpêkê ya tevgera Azadiyê heta niha dinava xebatan de bû.
Gelek caran ji ber xebatên xwe ji aliyê Rejima BAAS ve hatiye girtin û rastî êşkenceya giran hatiye.
Çend caran jî hevdîtin bi Rêber Apo re çêkiriye.
Dayê Eyşê dayîka Şehîd Mêvan Dêrik û dayîka du têkşeran e.
Meta Şehîd Ceger û Şehîd Medineye.
Heman demê dayîka Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger e.
Yek daxwaza wê hebû, ew jî azadî û dîtina Rêber Apo bû.
Dayê Ayşê ji nivê temenê xwe zêdetir ji bo şoreşa Rojava pêk bê.
Xebat da meşandin û li ser wê dozê zarokên xwe mezin kir û tevlî şoreşê kir.