HPG’ê: Helîkopterek hat xistin û 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê bi çalakiyan, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Li gorî HPG’ê, li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê, di encama çalakiyan da helîkoptereke êrişê hate xistin. Her wiha 10 leşkerên artêşa Tirk jî hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên li dijî hêzên artêşa Tirk, raya giştî agahdar kir.

Li gorî daxuyaniyê;

2’ê Tebaxê, li herêma Şirnexê, erebeyeke artêşa Tirk li rêya di navbera Girên Meymun û Sînek, bûn armanca lêdana gerîllayên jin.

Di çalakiyê de erebe hate rûxandin, 8 leşkerên tê de hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

4’ê Tebaxê, helîkoptereke êrişê ya artêşa Tirk dema xwest Girê FM ê herêma Zapê bombardiman bike, bû armanca lêdana gerîllayên YJA-Starê.

Tîmên gerîlla ên li qadê teqez kirin ku helîkopter hatiye xistin.

Li heman qadê, di çalakiya sekvaniyê de jî leşkerek hate kuştin.

Heman rojê, dîsa gerîllayên jin bi çekên giran li qereqola Kanî Masî dan.

Li Girê Şehîd Cûdî jî di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hate kuştin.

Şeva 4’ê Tebaxê li Qada Girê Şehîd Cûdî, helîkopterek skorsky a artêşa Tirk hewl da leşkeran deyne.

Di encama deswerdana gerîlla de ev hewldan hate astengkirin û helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

  • Li Herêma Avaşînê jî,

4’ê Tebaxê hêzên dagirker xwestin tûnelên şer ên Qada Werxelê birûxînin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla ti encam bidest nexistin û neçar man ji qadê dûr bikevin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla derbên giran dixwe, serî li rêbazên sûcên şer dide.

Di nava 24 saetên dawî de,

Qadên gerîlla, 42 bi teqemeniyên kîmyewî, 12 caran bi balafirên şer û 15 caran bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

Back to top button