Rewşa tenduristî ya Girtiyên Behdînanê ku dest bi greva birçîbênê kirine xerab e

Rewşa tendirûstî ya Girtiyên Behdînanê ku di girtîgehên PDK’ê de ne, ku ev zêdetirî 15 roj in ji ber bêmafiya li dijî wan dest bi gerva birçîbûnê kirine, roj bi roj xerab dibe. Parêzerên girtiyan diyar kir ku rewşa gelek girtiyên ku di gereva birçîbûnê de ne pir xirab bûye.

PDK’ê Tebaxa 2020’an dest bi girtina çalakvan û rojnamevanên Behdînanê kir û zêdetirî 80 kes girtin.

Piştî demek dirêj di girtîgehê de, girtî bi sucên cuda hatin tewanbarkirin û êşkecenkirin

Greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê ên di girtîgehên PDK’ê, ku li dijî bê mafî û bê edaletiyê dane destpêkirin zêdetirî 15 roj in dewam dike.

Rewşa Tenduristî ya girtiyan roj bi roj xerab dibe.

Duh girtiyê bi navê Şivan Seîd ji ber rewşa wî ya tendirûstî xirab bû, ew rakirin nexweşxaneyê.

Greva birçîbûnê ya girtiyan di 21’ê Tîrmehê de dest pê kir.

Destpêkê, 5 girtiyên Şêladizê ên bi navê Yusif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yusif û Nêçîrvan Hacî ku du salin ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, bi biryara dadegehê diviyabû di yekem roja Cejna Qurbanê de bihatana berdan lê ji ber nehatin berdan, dest bi rojiya mirinê kirin.

Piştre jimara girtiyên dest bi grevê kirine gihiştiye 50 kesî.

Parêzerê girtiyan: daxwaza girtiyan ne dijî qanûnê ye

Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen li ser rewşa dawî ya girtiyên Behdînan û Şêladizê agahî da ANF’ê û wiha got:

“Rewşa Girtiyên Behdînanê bi taybet ên Şêladizê yên di greva birçîbûnê de ne pir giran e.

Bi taybetî rewşa Şêrwan Şêrwanî, Mele Şivan, Eyaz Kerem, Harîwan Îsa û Guhdar Zêbarî pir xirab e.

Her du girtî Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq jî rewşa wan pir xirab e û laşê wan tev bûye kîsê avê.

Girtiyê bi navê Emcet Rêkanî jî xistine hucreya yek kesî, bi vîrûsa cûrê kezebê ketiye ew jî pir xeternak e.”

Parêzer Beşdar Hesen derbarê daxwaza girtiyan jî ev yek got:

Daxwaza girtiyan ew e ku bi şert bên berdan, ev daxwazî ne li dijî hiqûqê û daxwazekek qanûnê ye.”

Piştî pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê, ji bo piştgiriya girtiyan bi sedan çalakvanên civaka sivîl û kesayetên siyasî li Başûrê Kurdistanê û derve ketine greva birçîbûnê û bi rêya medya dijîtal çalakiya xwe ji raya giştî re radigihînin.

Lê ya balkêş heta niha tu deng ji PDK’ê derneketiye.

Back to top button