Li Efrînê,Çeteyan du welatiyên temen mezin ji navçeya Şiyê revandin

Li Efrîna dagirkirî, Çeteyên dewleta Tirk du welatîyên din li navçeya Şiyê revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan A Efrînê, çeteyan bi ser malên welatiyên temen mezin yên bi navê Mehmûd Keleş yê 70 salî û Hesen Sebrî yê 60 salî ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê de girtin û revandin.

Hate ragihandin her du welatiyên hatin revandin beriya mehekê ji koçberiyê vegriyabûn gundê xwe.

Kesên hatine revandin heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Revandina welatiyan ji Efrîna dagirkirî rojane dewam dike.

Çeteyan tenê di meha tîrmehê de 51 welatî ji Efrînê revandin

Back to top button