Dadgeha Hannoverê ya Almanya hilgirtina alên YPG/YPJ’ê ne sûc e

Dadgeha bajarê Hannoverê a Almanyayê di doza ku bi daxwaza dewleta Tirk li çalakvanê Kurd Ciwan Çelîk hat vekirin de, biryar da ku hilgirtina alên YPG/YPJ’ê û propagandaya wê kirin ne sûc in.

Wezareta Edaletê ya Dewleta Tirk li Çalakvanê Kurd Ciwan Çewlik ê bi salan li Elmanyayê xebatên siyasî û hunerî dikir, ji ber stranên wî yên 20’ê Tîrmeha 2019’an ên derbarê berxwedana YPG/YPJ’ê û Şoreşa Rojava de, doz vekir.

Li ser daxwaza dewleta Tirk Dadgeha Bilind a li bajarê Hannover ê Elmanyayê doz li hunermend Ciwan Çelîk vekir.

Ciwan Çelîk, îro derket pêşberê Dadgeha Bilind a Eyaletê.

Parêzerê Ciwan Çelîk Dundar Kelloglû, biryarên dadgehên Elman ên berê ji bo YPG/YPJ’ê dane, bi bîr xistin û da zanîn ku miwekîlê wî tu sûc nekiriye, lewma divê dadgeh, guh nede serlêdana Tirkiyê.

Şandeya dadgehê, biryara xwe eşkere kir, da zanîn ku di dozê de tu sûc nîn e.

Parêzer Kelleoglû, biryara dadgehê bi erênî dît û got: “Divê Elmanya nebe şirîkê zextên dewleta Tirk ên li ser penaberên li Elmanyayê dijîn û xwediyê helwestek a zelal be.”

Back to top button