Pûtîn û Erdogan li ser yekparçebûna axa Sûriyê li hev kirin

Piştî 4 saetan civîna serokê Rûsyayê Velademîr Pûtîn û Erdogan bi daxuyaniyeke hevbeş bi dawî bû.

Îro li bajarê Sotçiyê yê Rûsyayê civîna di navbera Pûtîn û Erdogan bi hinek lihevkirinan bi dawî bû.

Her du aliyan bi daxuyaniyekê lihevkirinên xwe anîn ziman ku ev jî wiha ne:

  • Parastina yekparçebûna axa Sûriyê û serweriya wê ya siyasî
  • Parastina yekparçebûna Lîbyayê û pêkanîna hilbijartinan
  • Pêkanîna giştî ya peymana veguhastina ewle ya tovê ji bendergehên Ukraynayê
  • Kirîna gazê ji Rûsya bi pereyên Rûsî ango Rubleyê
  • Zêdekirina proseyên bazirganiyê di navbera her du welatan de
  • Pêşxistina têkiliî û berjewendiyan di navbera her du aliyan de

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Erdogan ji bo bidestxistina erêkirina Rûsyayê ya operasyoneke nû ji bakurê Sûriyê re serdana Pûtîn kir, lê vê carê jî bi dilê Erdogan nebû.

Berovajî wê hinek tawîz dan Rûsya

Back to top button