Xizmên Girtiyên Behdînan: Keskûkarên me nêzî mirinê dibin

Greva birçûnê ya girtiyên Behdînan gihîşte qonaxek metirsîdar û xizmên wan ragihandin ku rewşa zarokên wan nêzî mirê dibin.

Rojnameger û Nûnerê Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd têkildarî rewşa girtiyan daxuyaniyek pêşkêşî hersê serokatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê û NY kir û got:

“Kesûkarên me nêzî mirinê dibin.

Di îhtimala her rewşê nayê xwestin de, em ê li dadgehên Hewlêr, Bexda û navneteweyî li ser kabîneya 9’an a hikûmeta Başûrê Kurdistanê gilî tomar bikin.

Eyhan Seîd got:

“Eger yasa serwer be wê demildest werin berdan.”

Ji derveyî girtiyên Behdînan, bi dehan kesên din ên hatine cezakirin, yên bajarên din di girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne.

PDK 2 rojnamevan û berpirsek Nifşê nû revandin

Ji aliyeke din hate ragihandin ku doh şev hêzên bi ser PDK’ê ve rojnamevanên bi navê Letîf Goran, Biryar Nêrweyî ku peyamnêrê televziyona NRT ye, herwiha berpirsê Nifşê yê Dihokê Aram Hisên revandine.

Heta niha derbarê çarenûs û sedema revandina wan de ti agahî nehatiye bidestxistin.

Back to top button