
Piştî kar û xebatên du meh û nîv ên Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê gelek kolanên sereke yên Qamişlo û Hesekê hatin ronî kirin.
Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb derbarê projeyê de axivî û got:
Armanc ji vê projeyê hêsankirina tevgera welatiyan di şevê de û peydakirina ewlehiyê ye .
Projeya ronîkirinê li Qamişlo ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst heta çerxerêya taxa Elaya li aliyê rojhilat.
Û ji çerxerêya Osman Sabrî heta benda kontrolê ya Sûmeye li taxa Hilêliye li aliyê rojava pêk hat.
Li Hesekê jî kolan ji çerxerêya Panorama heta pira Xiwêran û ji çerxerêya Cûdî heta çerxerêya Kelasê hat ronîkirin.
Lêçûna projeyê li her du bajaran gihaşt derdora 420 hezar dolarî.
Tê payîn ku proje di çend hefteyên bê de bi dawî bibe.