Di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê..yek ji wan fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî, 10 kes hatin kuştin

Şevê din artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî bajarê Filîstînê Xezayê kir.
Li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê, di êrişê de herî kêm 10 kes hatin kuştin.
Di nava wan de yek ji fermandarên Tevgera Cîhada Îslamî heye.
Piştî êrişê, bi dehan moşek ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Bi îdîaya ku hebûna Tevgera Cîhada Îslamê gefa li ser ewlekariya wê ye, Îsraîlê şevên din êrişeke mezin pêk anî.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan derbên giran li navendên tevgerê ên li bajarê Xezayê dane.

Di êrişê de fermandarê Baskê Leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî Teysîr El Caberî hate kuştin.

Wezareta Tendirûstiyê ya herêma Xezayê jî ragihand ku heta niha ji ber êrişa Îsraîlê, 10 kes hatine kuştin.

Di nava wan de zaroka 5 salî jî heye.

Her wiha bi dehan jî birîndar bûne.

Weke bersiva pêşî ya kuştina fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî, çekdarên Filîstînî bêtirî 100 moşek avêtin aliyê Îsraîlê.

Hat gotin, piraniya wan ji aliyê pergala parastinê ya Îsraîlê ve hatine bêbandorkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid komên bûne armanca êrişî weke terorîst binav kir û û got;
“Ew ê ti carî rê nedin wan ku gefê li dewlet û gelê Îsraîlê bixwin.”

Wezîrê Parastinê Benny Gantz jî ragihand ku ew ê bi vê tevgera xwe hemû xeteriyên li derdora Xezayê ji holê rakin.

Di vê navberê de sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad Nexalê jî bang li hemû rêxistinên Filîstînî kir da ku li dijî Îsraîlê rabin.

Li ser banga Nexalê, Kordînasyona Komên Çekdar a Filîstînî gef li Îsraîlê xwar ku wê bi berxwedana tûnd bersivê bidin êrişan.

Serokê Polîtboroya Hamasê Îsmaîl Haneye jî êrişa Îsraîlê weke sûc binav kir û got, hemû rê li pêşiya wan vekirî ne.

Di vê navberê de artêşa Îsraîlê ragihand ku wan danê sibê li Herêma Rojava, li dijî navendên Cîhada Îslamê dest bi operasyonê kirine.

Li gorî daxuyaniya artêşê, heta niha 19 endamên tevgerê hatine girtin.

Back to top button