Ferhan Hec Îsa: Ji bo parastina herêmê divê em bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin

Serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa,Cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike û got :
“Divê gelê herêmê yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrişan destekê bidin hêzên QSD`ê.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Ehmed El-Erec jî tekez kir ku dewleta Tirk kêngî firsend dît wê êriş bike.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, nerazîbûnên gel jî zêde dibin.

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa axivî.

Ferhan Hec Îsa da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike, û got:

“Dewleta Tirk dixwaze erêkirinekê ji dewletan bigire da ku herêmên nû dagir bike.”

Der barê daxuyaniya rayedarên Tirk ên têkildarî avakirina “herêma ewle” de, Ferhan Hec Îsa ev nirxandin kir:

“Ev desthildarî bi xwe ye. ”

Ferhan Hec Îsa bang li partiyên siyasî û çalakvanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişan yekitiya xwe ava bikin.

Mihemed Berkel: Divê li dijî êrişan em yekîtiya xwe ava bikin

Bi heman armancê Cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbic Mihemed Berkel jî axivî.

Mihemed Berkel dazanîn ku dewleta Tirk armanc dike modela Rêveberiya Xweser ku projeya neteweya demokratîk pêk tîne, hilweşîne.

Mihemed tekez kir ku wê şêniyên Minbicê bi yekîtiya xwe, êrişan têk bibin, piştgiriyê bidin hêzên QSD’ê.

Ehmed El-Erec: Dewleta Tirk her firsendeke bibîne wê êriş bike

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Ehmed El-Erec jî balkişand li ser xeteriya dagirkeriya Tirk û got:

“Dewleta Tirk dê her firsendekê bi kar bîne da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.”

El-Erec destpêkê behsa armancên civîna sêalî; Tirkiyê, Rûsya û Îranê kir û got:

“Dewleta Tirk armac dike ku sûdê ji şerê Ûkraynayê- Rûsya bigre da ku bikaribe planên xwe yên li ser Minbic û Til Rifat pêk bîne.”

Ehmed El-Erec bang li sûriyan kir ku ji komployên dewleta Tirk hişyar bin.

Back to top button