Hêzil Ozgur: Gerîla derbên giran li dagirkeran didin

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur dibêje gerîla li herêmê parastina Medya li hember teknîna şer a NATO’yê li ber xwe dide. Hêzil Ozgur da zanîn ku gerîla derbên giran li dagirkeran didin û nahêlin ku gavekê bi pêş de bavêjin.

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur derbarê şerê li herêmên parastina Medya ji ajansa Firatê re axivî.

Hêzil Ozgur got:

”Li dijî gerîla şerekî qirêj û dermirovî tê meşandin.

Hêzên NATO’yê teknîka şer didin Tirkiyê.

Hêzên navneteweyî dibin hevkarê van sûcan.

Li gel ku DAIŞ ji bo hemû mirovayetiyê xetere bû lê dîsa jî li hember wê çekên kîmyewî û fosforê nehatin bikaranîn.

Berevajî wê ev çek li hember gerîlayên ku li dijî DAIŞ’ê şer kiribûn tên bikaranîn û her kesî xwe li bêdengiyê daniye.”

Li ser têkoşîn û berxwedana gerîla ya li hember van êrişan Hêzil Ozgur ev tişt anî ziman:

Îro dijmin li qada şer rastî berxwedana gerîla tê.

Hevalên me li hemberî teknîka pêşketî ya sedsalê li ber xwe didin û bi baweriya ji bo jiyana azad şer dikin.

Heval tî, birçî, bê xew û bi derfetên biçûk rojê 24 saetan şer dikin.

Ji bo serkeftinê gerîla canê xwe dide. Şer çiqasî kûr bibe jî wê gerîla li her derê hebe û têkoşîna xwe bidomîne.

Hêzil Ozgur: Berxwedana YJA Starê wê ji hemû jinan re dibe çavkaniya moralê

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê balkişand ser berxwedana gerîlayên YJA Starê jî û da zanîn:

”Ew li ser xeta fedaî ya Zîlan û berxwedana Bêrîtan di helwesta xwe de şênber kirine û di şer de rola xwe ya pêşeng bi cih tînin.

Şerê ku hêzên YJA Starê dikin ji bo têkoşîna berxwedanên hemû jinên dinyayê dibe çavkaniya moralê. Çalakiyên YJA Starê geş dibe, careke din nîşan dide ku dijmin bi ser neketiye.”

Dawiyê de Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur peyama bilindkirina asta têkoşînê da û got:

”Em hêzên HPG û YJA Starê em ê li ser xeta fedaî li ber xwe bidin, serkeftinê bi dest bixin û bi Rêbertiya xwe bijîn. Em ê vê têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Back to top button