Li paytext Terablûsê komên çekdar bihev ketin

Li gel ewqas hewldanên cîhanî jî aloziya Lîbyayê bidawî nabe.Û ev rewş dibe sedem ku şerê navxweyî dewam bike.Li paytext Terablûsê, komên çekdar bihev ketin.

Bi salane li yek welatî, 2 hukûmet û 2 artêş.

Di ser jî destwerdana hêzên derve bûye sedem ku rewşa aloz a li Lîbyayê her dewam bike.

Ji ber vê yekê, rê li pêşiya komên çekdar tê vekirin ku şer gur bikin.

Şevê din li başûrê paytext Terablûsê komên çekdar bihev ketin.

Li gorî ragihandina Lîbyayê, di şer de çekên giran hatin bikaranîn.

Aliyên vê şerî jî alîgirên serokê hukûmeta Terablûsê Ebdul Hemed Dubyebba û komên girêdayî serokê hukûmeta Sert Fethî Başaxa ne.

Heta niha têkildarî hejmara kuştî û birîndaran ti agahî nehatine parvekirin.

Lê hat gotin, di encama navbênkariya hin aliyan, vê gavê şer rawestiya ye.

Tevî lihevkirina Konferansa Berlînê û navbênkariya Neteweyên Yekbûyî jî ji ber şerê di navbera herdû hukûmetan de, li Lîbyayê prosesa aştiyê û hilbijartin pêk nayîn.

Back to top button