Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.
Asayîşê ragihand ku endamê wan Dara Silêman El-Me’o dema erka xwe bi cih dianî, li Qamişlo şehîd bû.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat nûkirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:
- Navê şehîd: Dara El-Me’o
- Navê Bav: Silêman
- Navê Dayîkê: Etiye
- Cih û dîroka tevlîbûnê: Qamişlo 10/5/2015
- Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 4/8/2022