Partiyên li Başûr: Tirkiyê hewl dide planên DAIŞ’ê temam bike

Partiyên Kurdistanî yên Başûr dibêjin Tirkiyê hewl dide planên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzdî temam bike.

Endamê Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Şiwan Mihemed di vê derbarê de ji ajansa Firatê re axivî.

Şiwan Mihemed dibêje yê ku serketina Êzdiyan qebûl nake dewleta Tirk e.

Şiwan anî ziman ku divê hikûmeta Iraq û ya Başûr piştevaniya Êzdiyan bikin û rê bidin wan ku xwe biparêz in.

Endamê Rêveberiya Hizbî Sosyalîst a Kurdistanê Resûl Reûf jî dibêje hêzên li Şengalê hêzên navxweyî ne û got:

”Her hêzekê ku ji nava gelê xwe derbikeve, mafê xwe heye ku parastina xwe bikin.

Pêwîst e bi ti hincetekê rê neyê dayîn ku dijmin sînoran binpê bikin, ji bo me ev êrişkirina li ser hêzên Kurdî ye.”

Her wiha Hevserokê Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Komel Sermed ev tişt anî ziman:

Şenagl deverek stratejîk e ji bo ku dewleta Tirk karibe dagirkeriya xwe heta Mûsil bibe, ji bo wê jî êrişî Êzdiyan dike.

Armanca wî ya duyemîn ji êrişan ew e ku planên DAIŞ’ê yên ku neçûn serî temam bike.

Back to top button