Li herêma Şeladizê ya Başûrê Kurdistanê, Qereqola artêşa Tirk Sîrê ku veguheriya navenda Mît’ê, bû armanca lêdanê.
Yekîneya Tolhildanê ya Bedran Gundikremo, çalakiya li dijî qereqolê girt ser xwe û dîmenên wê bi raya giştî re parve kir.
3’yê Tebaxê li dijî baregeha artêşa Tirk a Sîrê ku li herêma Şeladizê ye, çalakî hat lidarxistin.
Ev baregehê demên dawî weke navenda Mît’a Tirk tê bikaranîn.
Yekîneya Tolhildanê ya Bedran Gundikremo têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirin:
Hêzên me li dijî baregeha Sîrê ya artêşa dagirker, çalakiyeke bi bandor pêk anîn.
Di encamê de çepereke hêzên artêşa Tirk hate tinekirin û 2 leşkerên tê de hatin kuştin.
Yekîneyê di daxuyaniya xwe de ev hişyarî jî kir:
Divê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê baş zanibin ku her devera lê bicih bûne wê bibin armanca lêdana me.
Ew ê xaka pîroz a Kurdistanê ji bo dagirkeran bibe goristan.