Çapemeniya Alman: Hevdîtina Pûtîn û Erdogan weke peymana qirêj binav kir

Doh di navbera şefê rêjîma Tirk Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn de hevdîtin pêk hat.Çapemeniya Alman hevdîtin weke peymana qirêj binav kir û got, Eger Pûtîn destûra êrişa li dijî Kurdan bide Erdogan, wê ev yek rê li ber encamên xerab veke.

Ji ber şerê li Ukraynayê, NATO û Yekîtiya Ewrûpa cezayên giran li Rûsyayê birîne.

Di wextekî wiha de endamê NATO dewleta Tirk hewl dide pêwendiyên xwe li gel Mosko baştir bike

Ev yek jî di berdêla wergirtina destûra êrişa li dijî Kurdan e.

Doh bi vê armancê şefê rêjîma Tirk Erdogan çû serdana Rûsyayê û li gel serokê vî welatî Pûtîn hevdîtin pêk anî.

Naveroka Hevdîtinê û bazarên li dijî Kurdên Rojava cihekî berfereh di çapemeniya Alman de girt.

Rojnameya Mitteldeutsche Zeitung (Mîtel-Doçe Saytûng), hevdîtina Pûtîn û Erdogan bi vî sernavê parve kir:

Gelo di berdêla wergirtina balafirên bê mirov, wê Moskî rê bêde êrişa li dijî Sûrî?

Rojname radighîne ku hewldanên Erdogan ew in ku ji bo êrişa li dijî Kurdên Sûrî destûrê ji Pûtîn werbigre û wiha dewam dike:

Her çi di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk were, di encamê de wê bibe peymaneke qirêj.

Rojnameya Reutlinger Generalanzeiger (Rotlînger General Aînzayger) jî hevdîtina li Soçî bi vî sernavî deranî pêş:

Di berdêla wergirtina balafirên bê mirov de, dibe ku Pûtîn li dijî êrişa li hemberî Sûrî bêdeng bimîne.

Rojname diyar dike ku bazirganiya balafiran di navbera Enqere û Mosko de wê rê li ber hêrsa NATO vebe û dibêje:

Eger Tirkiyê balafirên şer ên bê mirov bide Rûsya,

Û eger Pûtîn li hemberî êrişa li dijî Kurdan bê deng bimîne, wê ev yek ji bo NATO heqaret be.

Mijara meraqê ew e gelo wê helwesta NATO li dijî vê peymanê çi be?

Rojnameya Ludwigsburger Kreiszeitung (Ludvîgs Burger, Kraîs Zaytûng) têkildarî hevdîtina Soçî ev şîrove parve kir:

Erdogan bi peymana genim a Stenbolê dixwaze hêviyekê bide Rûsyayê.

Beramberê vê yekê wê destûra êrişa li dijî Bakurê Sûrî ji Pûtîn werbigere.

Di encamê de a were kirin wê ji bo mirovan bibe sedema binêkirina aramî û azadiyê.

Back to top button