HPG’ê: Li herêma Metîna 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Şer û berxwedana gerîlayan ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber dewam dike.
HPG’ê ragihand li herêma Metîna 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Artêşa Tirk dîsa bi çekên kîmyewî û teqemeniyan qadên gerîla bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên gerîlayan yên silavkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bê navber dewam dikin û ev agahî parve kir;

“Di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 5’ê Tebaxê li Girê Cûdî sîstemeke kamera ya çavdêriyê ya dagirkeran hate rûxandin.

Her wiha bi rêbaza sabotajê derb li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan bi çekên kîmyewî çeperên şer yên li qadê bombebaran bikin.

Dîsa heman rojê li Girê Amediyê tîmên gerîla yên gerok li hêzên dagirker xistin û 2 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

6’ê Tebaxê jî li Girê Cûdî bi lêdana çekên giran çepereke dagirkeran û sîstema kamera ya çavdêriyê hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 4 û 5’ê Tebaxê li Qadên Çemço û Şikefta Birîndaran bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

Di encama van çalakiyan de dagirker neçar man qedemekê paşve vekişin.

6’ê Tebaxê jî li Girê Şehîd Şahan yê bi ser herêma Xakurkê bi çekên giran derb li hêzên dagirker hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 9 caran bi çekên kîmyewî, 20 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi hawan, obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Fermandariya Biryargeha YJA STAR’ê: Ji ber çalakiyên serketî û xistina helîkopterê em hemû şervan û fermandarên xwe pîroz dikin

Li aliyê din jî Fermandariya Biryargeha YJA STAR’ê ji ber çalakiyên wan yên serkeftî û 3’ê Tebaxê li Girê FM’ê xistina helîkopterekê, hemû fermandar û şervanên YJA STAR yên li Qadên Zap, Avaşîn û Metînayê pîroz kir.

Back to top button