Hîroşîma…77 sal di ser bikaranîna bombeya nukleerî re derbas bûn

Îro di dîroka mirovahiyê de yek ji rojên herî tarî ye.
Beriya 77 salan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi bombeya nukleerî êrişî bajarê Japanê Hîroşîma kir.
Ji ber vê êrişa hovane, bi deh hezaran kes hatin kuştin.

6’ê Tebaxa sala 1945’an..

Dema şerê cîhanê yê duyemîn.

Wê rojê Amerîka bi balafira Enola Gay bajarên Japonyayê Hîroşîma û Nagazakî veguherandin dojehê.

Herdû êrişên 6 û 9’ê Tebaxê ku rêveçûna dîrokê guhertin, rê li ber mirina bi deh hezaran kesî vekir.

Ji wan êrişa pêşî li dijî bajarê Hîroşîmayê pêk hat.

Artêşa Amerîka bombeya nukleerî avête bajêr.

Di kêliya ku ev bombe ket xwarê, herêma ji 1500 metroyê bi erdê re kir yek.

Germahiyeke 3 hezar santîgrad li derdorê belav kir û her çi zindî li wir hebû kir xwelî.

Ji sedî 70’yê bajêr bi temamî wêran bû.

Di qonaxa pêşî ya teqîna bombeyê de bêtirî 80 hezar kes mirin.

Ji ber bandora bombeyê ya radyoaktîf, komên rizgariyê yên berê xwe dan bajêr jî mirin.

Û ji ber vê yekê dawiya salê 145 hezar kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Her çendî Amerîka hejmara kuştiyan bi giştî weke 117 hezar ragihand jî lê Japonya diyar kir ku nêzî nîv mîlyon kes mirine.

Li gel vê encama kambax jî serokê wê demê yê Amerîkayê Harry Truman bi israr Japonya weke gef binav kir û banga teslîmiyetê lê kir.

Lê ji ber ku pêşî ev banga bê şert nehat qebûlkirin, gefên êrişê dewam kirin.

Dawiyê împaratorê demê yê Japonyaê Hîrohîto bi gotina,

Şer wê gel wêran bike, teslîmiyet qebûl kir.

Back to top button